Li Şirnexê hemû cure çalakî hatin qedexekirin

18-02-2024
RÛDAW
Nîşan Şirnex Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê, hemû cure çalakî, meş, civîn û xwepêşandan 3 rojan hatin qedexekirin.

Li bajarên Kurdan bi hincetên cuda, bi berdewamî çalakî û xwepêşandan tên qedexekirin.

Parêzgariya Şirnexê ragihand, ji bilî çalakî, bername û bîranînên fermî yên ku qeymaqamtî û saziyên sivîl li dar dixin û kongreyên partiyên siyasî û sendîkayan hemû cure çalakî ji 19ê Sibata 2024an û pê de 3 rojan qedexe ne.

Daxuyaniya Parêzgariya Şirnexê wiha ye:

“Di çarçoveya armancên diyarkirî de hemû civînên vekirî û meşên xwepêşandanê, merasîmên pêşwazîkirin û oxirkirinê, daxuyaniyên medyayê yên ku sazî li derveyî avahiya xwe bikin, çalakiyên rûniştinê, mîtîng, vedana kon, kampanyayên îmzeyê, vekirina stand, merasîmên biaxspartinê yên bi girseyî, bîranîn, konser, şahî, belavkirina belavok û bidarvekirina pankartan li tevahiya parêzgehê ji 19ê Sibata 2024an demjimêr 00:01ê heta 21ê Sibata 2024an demjimêr 23:59an hatine qedexekirin.”

Parêzgariya îdia kir ku ew qedexe ji bo “parastina ewlehiya neteweyî, silametiya giştî, rêgiriya li ber tawan û her pêşhateke neyînî û parastina maf û azadiya kesên din” hatiye ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst