Erdehejê zêdeyî 80 milyar dolar zerer gihandiye aboriya Tirkiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Erdheja 6ê Sibatê ji bilî canjidestdan û birîndarbûna bi deh hezaran kesan û hilweşîna avahiyan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê wêraniyeke mezin a aborî jî li pey xwe hişt.

Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê Fuat Oktay roja Înê amarên dawî yên avahiyên ku di wê erdhejê de hilweşiyane eşkere kirin.

Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê Fuat Oktay got “Niha karên destnîşankirina zereran li 597 hezar û 594 avahiyan bi dawî bûne. Li wan avahiyan 2 milyon û 576 hezar û 917 yekeyên niştecihbûnê hene. Ji van 75 hezar û 717 avahî yan hilweşiyane, yan zirareke giran gihiştiye wan an jî divê bilez bên hilweşandin."

Li gor hikumeta Tirkiyê li wan avahiyên ku heta niha hatine destnîşankirin 306 hezar û 368 yekeyên niştecihbûnê hilweşiyane.

Beşek ji aborînasan dibêjin ji bo wan avahiyên hilweşiyane pêdivî bi derdora 20 milyar dolarên Amerîkî heye.

Bo cih û hewandina 1 milyon kesên bê xanî mane jî pêwîstiya Tirkiyê bi 3-5 milyar dolar e. 

Herî kêm 25 milyar dolar jî bo pêdiviyên bilez û demkurt ên qurbaniyên erdhejê wek bar li ser milê hikûmeta Tirkiyê ne.

Serokkomarê Tirkiyê dibêje ew dê di nava salekê de hemû avahiyên ku hilweşiyane careke din ava bikin.

Endazyar û şarezayê avahîsaziyê Prof. Dr. Îdrîs Bedîrhanoglu ji Rûdawê re got, ew bingehê Tirkiyê heye ku di wê demê de avahiyên hilweşiyayî careke din ava bike, lê di proseya avakirinê de hişyariyan dide.

Endezyar û Şarezayê Avahîsaziyê Prof. Dr. Îdrîs Bedîrhanoglu dibêje

"Ez bawer dikim di demeke kurt de dê dest pê bikin û dê bikaribin di salekê de çêbikin. Hemû kar û xebat, hemû proses divê di bin kontrola endezyarên avahiyan de bêne çêkirin. Hingê ti avahî di erhejan de wiha xerab nabin, ne mimkun e."

Erdhejê li 11 parêzgehan bandor li 13.5 milyon kesan kir ku dike ji sedî 17ê hemû welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Konfederasyona Cîhana Kar û Hewldanê ya Tirkiyê (TURKONFED) pêşbînî dike ku ew erdhej bi giştî zêdeyî 84 milyar dolaran zererê bigihîne aboriya Tirkiyê. Ew aboriya ku berî erdhejê jî ji dest enflasyon û daketina nirxê lîre dinaliya.