Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo piştevaniya leşkerî û mirovî spasiya Almanyayê dikin

18-02-2023
RÛDAW
Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokê Komîteya Derve ya Almanyayê Thomas Erndl
Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokê Komîteya Derve ya Almanyayê Thomas Erndl
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Thomas Erndl Konferansa Ewlekariyê ya Munihê Almanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi şandeke Parlamentoya Almanyayê re civiya û ragihand, ew spasiya Almanyayê dikin ku erkên xwe yên leşkerî û mirovî li Iraq û Herêma Kurdistanê dirêj kiriye.

Di çarçoveya duyemîn roja Konferansa Asayîşa Munchenê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi şandeke Parlamentoya Almanyayê ya bi serokatiya Cîgirê Serokê Komîteya Derve Thomas Erndl re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de dibêje “Di civînê de behsa peywendiyên Almanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê, şerê dijî terorîstan û metirsiya DAIŞê û pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel welatên cîran û navçeyê hatin gotûbêjkirin.”

Li gor daxuyaniyê “Nêçîrvan Barzanî ji bo piştevaniya serbazî û mirovî li Iraq û Herêma Kurdistanê û berfirehkirina erkê hêzên xwe di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê de, herwiha naskirina komkujiya Ezdiyan wek jenosîd spasiya Almanya û parlamentoya wê kir.”

Li gorî daxuyaniyê, şanda parlementoya Almanyayê “rol û bandora Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorîstan û têkşikandina DAIŞê de bilind nirxand û û dûbare kir ku Almanya weke hevkar li peywendiya Îraq û Herêma Kurdistanê dinêre û piştgîriya aştî û aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê û çareseriya aloziyê dike.”

Roja Înê 17-02-2023, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandineke fermî ji bo beşdarbûna Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê çû Almanyayê.

Nêçîrvan Barzanî duh bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşînyan, Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki, Cîgira Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Celeste Wallander û Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Bin Abdurrahman Al Sanî civiya. Her wiha îro bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev re jî hevdîtin pêk anî.

Konferans dê 3 rojan berdewam bike û Serokê Herêma Kurdistanê dê çend civînên din jî li kêleka wê saz bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst