Li Hatayê nexweşxaneyek ji bo ajelên ji erdhejê rizgar bûne hatiye avakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Hatayê Federasyona Mafên Ajelan (HAYTAP) piştî erdheja Mereşê nexweşxaneyeke demkî ava kiriye da ku xwedî li ajelan derbikeve û wan derman bike.

Ajelên ku ji erdhejê rizgar bûne ku hinek ji wan jî ji bin kavilan hatine derxistin, li nexweşxaneya ku Federasyona Mafên Ajelan hatiye avakirin têne dermankirin.

Berpirsa Federasyona Mafên Ajelan (HAYTAP) Zuhal Arslan dibêje: “Li vê derê pêwîstiyeke zêde bi cihekî wiha hebû. Ajelên ku xwediyê wan nemirine jî mexdûr in. Xwarin û av nîne, kelûpelên veguhestina ajelan nînin. Hemû tişt di bin kavilan de mane. Ajelên ne mirine, hemûyan tînin vê derê. Tîmên rizgarkirinê ajelên dibînin tînin vê derê.”

Ajelên tên rizgarkirin midexaleya wan a destpêkê li vê derê tê kirin û eger rewşa wan girantir be bo nexweşxaneyên parêzgehên din tên veguhestin.

Zuhal Arslan herwiha dibêje: “Ajelên çîpa wan heye em radestî xwediyê wan dikin. Yên çîpa wan nîne jî em demekê li vê derê xwedî dikin û piştre li xwediyê wan digerin. Eger em xwediyê wan nebinîn jî, wan didin kesekî din.”

6ê Sibatê navend parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê erdhejek mezin çêbû û bandor li 10 parêzgehan kir ku di encam de zêdeyî 40 hezar kesan canê xwe ji dest dan û her çiqas hejmara wan neyê zanîn jî zerareke zêde gihandiye hezaran ajelan jî.