Rojava – Di êrişa Tirkiyê de 2 şervan birîndar bûn

18-02-2022
RÛDAW
Nîşan Rojava Til Temir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Leşkerî ya Til Temirê ragihand, artêşa Tirkiyê bi dronê êrişek li dijî hêzên wan li Til Temirê pêk aniye û du şervanên wan birîndar bûne. Li gor daxuyaniyê, cihê êrişê tenê 20 metran dûrî bingeha hêzên Rûsya ya li Til Temirê bûye.

Encûmena Leşkerî ya Til Temirê ku ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve ye, roja Pêncşembê 17ê Sibata 2022an di daxuyaniyekê de ragihandiye, di êrişa droneke Tirkiyê de li bajarokê Til Temirê ku li tenişta bingeha hêzên Rûsyayê pêk hatiye, du şervanên wan birîndar bûne.

Li gor daxuyaniyê, êriş duh demjimêr 15.30 xûlek çê bûye û tê gotin:"Êriş 20 metre nêzî baregeha artêşa Rûsan bû. Di encama vê êrişê de 2 şervanên me brîndar bûn."

Li gor heman daxuyaniyê, hevdem li gel êrişa bi dronê, gundê Til Şinan jî li gundewarê Til Temirê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatiye topbarankirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst