Îtalya: Piştgiriya me ji bo Herêma Kurdistanê berdewam e

18-02-2022
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Lorenzo Guerini Îtalya Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Konferansa Ewlekarî ya Munchenê de bi Wezîrê Berevanî yê Îtalya Lorenzo Guerini re civiya. Guerini got “Piştgiriya me ji bo Herêma Kurdistanê berdewam e.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 18.02.2022 her li çarçoveya Konferansa Ewlekarî ya Munchenê de, li gel Wezîrê Berevanî yê Îtalya Lorenzo Guerini hevdînek pêk anî.

Li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdsitanê Serok Nêçîrvan Barzanî di civînê de ji bo alîkariyên Îtalyayê bo Herêma Kurdistanê yên li dijî DAIŞê spasiya wî welatî kir. Di derbarê rewşa emnî ya Iraqê jî ronahî kir ku alîkariya di navbera artêşa Iraq û Pêşmerge bi taybetî li navçeyên valahiyên emnî baş e û ji ber gefên ciddî yên DAIŞ, pêwîst e Hewlêr û Bexda di alîkariyê berdewam de bin.

Li aliyê din Wezîrê Berevanî yê Îtalya Lorenzo Guerini dubare kir ku Îtalya li piştgîrî û hevkarîkirina Herêma Kurdistanê berdewam dibê bi taybetî ku li demeke nêzîk da welatê wan serkirdayetiya erkê Nato li Iraqê werdigrê û got “Ezmûna me ya berê li gel Pêşmerge baş û serkeftiye û pêzanînên me ji bo rol û qurbaniyên Pêşmerge heye.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin rewşa siyasî ya Iraqê, peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Îtalya û rûbirûbûna terorê, mijareke dinê civînê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst