Hevjîna hunermendê navdar ê Kurd Mihemed Mamlê koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hevjîna hunermendê navdar ê Kurd Mihemed Mamlê, Amîne Mewlûdiyan di temenê 84 saliyê de koça dawiyê kir.

Roja Pêncşemê, 18.02.2021 termê wê li goristana Bidax Sultan li Mehabadê hate veşartin.

Ji ber zêdebûna vîrûsa coronayê tu merasîmên taybet bi wê boneyî nehatin lidarxistin. Beşdarya xelkê jî di merasîma veşartina cenaze de sînordar bû lê di torên civakî de, pêleke berfireh ya hevxemî û sersaxyê ji aliyê Kurdistaniyan ve destipê kir û bi awayên cor bi cor sersaxî dan malbata Mamlê.

Amîne Xanim, hem weke hevjîna Mihememd Mamlê û hem jî ji koka xwe ya malbatê xwedî kesayetî bû. Keça Efserekî Komara Kurdistanê bû. Di nava xelkî de xweştevî bû û kesekî xwedî îradeya nêştmanî û neteweyî bû.

Amîne Xanimê 4 zarokên wê hebûn, yek ji kurên wê bi sedemên siyasî ji aliyê dewleta Îranê ve hate bidarvekirin. Ji wê demê ve Amexane Xanim hertim cemedaniyek davête ser milên xwe weke nîşaneke wefadariyê ji bo wê hizir û rêbaza ku kurê wê canê xwe li ser danî.

Mihemed Mamlê di 74 saliya xwe de di 13ê Çileya 1999an de li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Mehabadê jiyana xwe ji dest da.

Mamlê li goristana Mehabadê ya bi navê Bidax Sultan hate veşartin