Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, piştî barîna berfeke zêde xaniyên yek qatî û otomobîl di bin berfê de wenda bûn. Rêyên gelek gund û mezrayan hatin girtin û rojek navber bo xwendinê hat dayîn.
Li Geverê berfê jiyan rawestandiye. Li navçeyê bilindbûna berfê yek metre derbas kiriye û rêyên gelek gundan hatine girtin. Li navenda bajêr metreyek û li deverên bilind jî nêzîkî 3 metreyan berf bariya ye. Herwiha çûn û hatin jî zehmet bûye.
Paqijkirin û vekirina rêyan ji aliyê tîmên Rêveberiya Taybet a Colemêrgê ve berdewam in û yek roj navber bo xwendinê hat dayîn.
Li Colemêrgê rêyên 19 gund û 51 mezra, li Çelê 8 gund û 14 mezra, li Şemzînanê 13 gund û 53 mezra, li Geverê 33 gund û 71 mezrayan, bi giştî rêyên 271 gund û mezrayan ji ber berfê hatine girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse