Bafel Talebanî û Lahûr Şêx Cengî bi fermî bûne Hevserokên YNKê

18-02-2020
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê YNK Bafel Talebanî Lahûr Şêx Cengî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di civîna îro ya Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de, bi fermî Bafel Talebanî û Lahûr Şêx Cengî wek hevserok hatin diyar kirin.

Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hevserokên nû yê wê partiyê diyar kirin.

Pêştir Rûdawê belav kiribû, ku endamên Encûmena Serkirdatiya YNKê, ji bo hevserokatoyê, li ser du kesan li hev kirine ku li gor zanyariyên Rûdawê bi dest xistibûn, Bafel Talebanî û Lahûr Şêx Cengî bûn.

Encûmena Serkirdatiya YNKê di civîna xwe ya 8ê Sibatê 2020an de, biryar dabû ku sîstema rêvebirina YNKê bibe hevserokatî û posta Sekreterê Giştî nemîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst