Hewlêr (Rûdaw) - Li dijî Hevserokên berê yên Şaredariya Amedê yên ser bi HDPê ve Gultan Kişanak û Firat Anli û 63 endamên Civata Şaredariyê, ji ber bikaranîna sîstema hevserokatiyê di rêvebirina şaredariyê de doz hat vekirin.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê li dijî Gultan Kişanak û Firat Anli Hevserokên berê yên Şaredariya Amedê yên ser bi Partiya Demokatîk a Gelan (HDP) ve doz vekir.
Tevî wan herdu hevserokan, Serdozgeriya Komarê ya Amedê li dijî 63 endamên Civata Şaredariya Amedê jî doz vekiriye.
Sedema vekirina dozê, peyrewkirina sîstema hevserokatiyê ji aliyê HDPê hatiye ragihandin.
Di doznameyê de amaje bi wê yekê hatiye kirin, ku di 1ê Nîsanê sala 2014an de Şaredariya Amedê bi dengên 64 endamên civata xwe derbasî sîstema hevseroktiyê bûye.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê herwiha di doznameyê de ragihandiye, sîstema hevserokatiyê di yasayên şaredariyan de nîne û nabe şaredarî bi vê sîstemê were birêvebirin.
Di beşeke doznameyê de, Serdozgeriya Amedê dibêje, Gultan Kişanak û Firat Anli bi sîstema hevserokatiyê erkên xwe yên şaredariyê bi xirabî bikar anîne û ji ber vê tawanê heta 4 salan cezaya zindanîkirinê ji bo wan dixwaze.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo 63 endamên Civata Şaredariyê jî heta 3 salan cezayê zindanîkirinê xwestiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse