Îdiayên li ser rêje û navnîşanên dengdêran

Amed (Rûdaw) - Dengdêr û navnîşanên xeyalî, li ser navnîşana xaniyekî bi sedan navên dengdêrên tomarkirî, di 8 mehan de zêdebûna hejmara dengdêran a anormal. Ev îdia îdiayên partiyên opozîsyonê ne ku Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê bi sextekariyê tewanbar dikin.

 

Li bajarê Amedê jî ev îdîa ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hatibû kirin ku li bajaroka Hênê ya Amedê li navnîşana xaniyekî 208 dengdêr hatine tomarkirin.


Berbijêrên partiyên opozîsyonê di wê baweriye de ne ku ev yek bi destê partiya desthîltdar têne kirin û her diçe şik û gumanên wan li ser vê yekê zêdetir dibin.


Berbijêrê CHPê yê Şaredariya Bağlar a Amedê Hebûn Kaplan jî got: “Divê ku hilbijartin di mercên wekhev de encam bidin, heke Lijneya Bilind a Hilbijartinan wan  gumanên heyî ji holê raneke, dê hîle û sextekarî bikeve nav hilbijartinan."


Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinan Sadî Guven eşkere kir ku wana 91 hezar û 93 dengdêrên ku navê wan di lîsta hilbejêran de tomarkirî lê ne li navnîşanê xwe ne, tesbît kirine û mafê wan yê dengdayîne rawestandine.


Partiya desthilatdar AK Partî jî îdîa dike ku proseya diyarkirina dengdêran bi zelalî dimeşe û ti hîleyekî li holê nîne û ev gotegot hemû spekulasyonên partiyên opozîsyonê ne û ev helwest dide nîşan ku wan ji niha ve binketina xwe dîtine.


Serokê AK Partiyê Amedê Suleyman Serdar Bûdak jî dibêje: “Veguhestina dengdêran, dengdêrên xeyalî û sextekarî, kiryarên bi vê rengî ne karê partiya me ye. AK Partî ti carî ev kar nekiriye ev kiryar kiryarên partiyên opozîsyonê bûne. Gumanên hebûn jî ji aliyê Lijneya Bilind a Hilbijartinan ve hatine pûçkirin; niha her tişt zelal e."


Li gor lîsteya dawi ya Komîsyona Bilind a Hilbijartinan di 31ê Adarê de dê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 57 milyon û 58 hezar û 636 dengdêran mafê xwe yê dengdayînê wergirtine.