Li Silêmanî bi dehan tîm ketine rewşa amadebaşiyê

18-02-2018
RÛDAW
Li hin navçeyên Başûrê Kurdistanê di dema 24 demjmêran de zêdetirî 78 milîm baran bariya ye
Li hin navçeyên Başûrê Kurdistanê di dema 24 demjmêran de zêdetirî 78 milîm baran bariya ye
Nîşan Silêmanî Baran Amadebaşî
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) - Li Silêmaniyê 39 tîm ketine rewşa amadebaşiyê û li sînorê îdareya Germiyan jî, ji ber çêbûna lehiyê, îro bû bêhnvedana fermî.

 

Rêvebirê Giştî yê Şaredariyên Silêmaniyê bi wekalet Selam Bîlal ji Rûdawê re ragihand, ji bo rûbirûbûna her haleteke ji nişkêve, tîmên ser birêveberiya giştî ya şaredariyan 39 tîm li hemû qeza û nahiyên ser bi parêzgeha Silêmaniyê ketine haleta amadebaşiyê.

 

Selam Bîlal bal kişand ser wê yekê ku hejmarek ji kompaniyan amadebûna xwe nîşan dane alîkariya tîmên şaredariyê bikin.

 

Herwiha Qaîmqamê Kelar Şehab Hacî Ehmed ragihand, ji ber barana zêde û egera çêbûna lehiyê, îro ji bilî fermangehên xizmetguzariyê, hemû fermangehên Germiayn dibin bêhnvedan.

 

Li hin navçeyên Başûrê Kurdistanê di dema 24 demjmêran de zêdetirî 78 milîm baran bariya ye û tê pêşbînîkirin heta roja Duşemê berdewam be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst