SILÊMANÎ – Bendav li hêviya nûjenkirinê ye

Silêmanî (Rûdaw) – Pêwîstiya 5 beşên sereke yên Bendava Derbendîxanê ya Silêmaniyê bi nûjenkirinê heye. Rêveberiya bendavê jî jî radigihîne, ku eger ev be neyên nûjenkirin dê bandore li berhemanîna elektrîkê bike.

 

Ji bo nûjenkirina Bendava Derbendîxanê hikûmeta Herêma Kurdistanê milyarek û hikûmeta Iraqê jî 11 milyar û 45 milyon dînar terxan kiriye. Lê ne diyar e ka dê kengî karê nûjenkirinê dest pê bike. Ev yek di demekê de ye, ku ji ber krîza darayî ev 3 sal in bendav li hêviya nûjenkirinê ye.

 

Berpirsê beşa Jeolojî ya bendava Derbendîxanê Ebûbekir Ehmed ji Rûdawê re ragihand; “Par beşek ji jêrxana bendavê ruxiya. Egera dubarebûna vê yekê heye. Eger neyê çareserkirin ev yek dê metirsiyê jib o bendavê çêbikin.”

 

Pispor dibêjin bendav neyê nûjenkirin ev yek dê bandoreke neyînî li berhemanîna elektrîkê jî bike.

 

Rêveberê Bendava Derbendîxanê Rehman Xanî jî got; “Pirsgirêka me ya înteyk heye. Eger ev yek neyê çareserkirin dê bandorê li berhemanîna elektrikê jî bike.”

 

Pirsgirêkek din nebûna şîrketekî karê nûjenkirinê ye. Tunel û deriyê torbayna bendavê jî di bin avê de ne.

 

Rêveberê Giştî yê Bendavên Herêma Kurdistanê Ekrem Ehmed jî diyar kir; “Me girêbest amadekiriye û şandiye Parêzgariya Silêmaniyê da ku bidin tebderûyê (îhale). Pereyê Bexdayê dê bi next be û yê Herêma Kurdistanê jî bi çek be.”

 

Bilindahiya Bendava Derbendîxanê 128 metre û pehniya wê jî ji ser ve 17 metre, ji bin ve 500 metir e. Dirêjiya bendavê bi beşên zêde ve 535 metre ye. Bendav dikare 2 heta 3 milyar metre sê car av bigre û ji sedî 65ê ava bendavê ji Rojhilatê Kurdistanê ve tê.