Salih Mislim bersiva Davûtoglu da: Tirkiye li hêcetan digere!

18-02-2016
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê PYDê Salih Mislim bersiva tohmetên Serokwezîrê Tirkiyê da û got, ti eleqeya me bi teqîna Enqerê re tine.

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu, li ser teqîna şeva borî ya Enqerê gotibû, ew teqîn ji aliyê endamekî YPGê ve û bi alîkariya PKKê hatiye kirin.

Li gorî Davûtoglu, endamekî YPGê bi navê Salih Necar, ku li bajarê Amûdê ji dayîk bûye, ew teqîn pêk aniye.

Derheqê wê daxuyaniya Davûtoglu de, hevserokê PYDê Salih Mislim ji televîzyona imc tv re got, ti eleqeya me bi wê êrişê re tine û em wî kesê ku Davûtoglu behs dike jî, nas nakin.

Salih Mislim diyar kir ku Tirkiye dixwaze bi bûyerên wiha hêcetekê bibîne ji bo êrişî Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bike.

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik jî gotibû, em nizanin kê teqîna Enqerê kiriye lê dibe ku ew bûyer, bersivek be ji bo komkujiyên Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst