DAIŞê 4 keçên wî revand, ji girî çavên wî kor bûn

 

Dihok (Rûdaw) – Dema çekdarên DAIŞê êrişê Şingalê kirin 4 keçên bavekê revandin û ji ber girî û kul û azaran çavên wî him kor bûne him jî ew lal bûye.

 

Malbatek kurd kurê 10 salî yê wî zilamê êzîdî ji destê DAIŞê rizgar kiriye.

 

Bavê wan keçên ketîn destê DAIŞê de ji ber girî çavên xwe ji dest daye paşê jî ew lal bûye.

 

Heta niha jî derbarê wan 4 keçên hatîn revandin de ti agahî nînin.

 

Li gorî danayên fermî piştî ku rêxistina DAIŞê êrişê Şingalê kirî û heta niha derbarê 280 jin û keçên êzîdî de ti agahî nînin. Herwiha 731 jin heta niha ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.