4 şervanên Cebhet El-Ekrad li Efrînê dê bêne veşartin
Efrîn (Rûdaw)- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerî yê PYDê ye ragihand ku îro dê cenazeyên 4 şervanên Lîwaya Cebhet el-Ekrad li Efrînê bêne veşartin.
Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Efrînê got ku şervanên YPGê û hêzên asayişa PYDê di nac koçe û kolanên Efrînê digeriyan û bang li xelkê dikirin daku îro tevlî merasîma veşartina cenazeyên her çar şervanên Lîwaya Cebhet el-Ekrad bibin.
Ew 4 şervan di şerê li dijî çekdarên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) li navçeyên derdora bajarê Ezazê yê ser bi parêzgeha Helebê de jiyana xwe ji dest dan.
Di wî şerî de Lîwaya Cebhet el-Ekrad li kêleka Lîwaya Asîfet el-Şemal a girêdayê Artêşa Azadî şerê DAÎŞê dikin.
Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku cenazeyên her çar şervanên Lîwaya Cebhet el-Ekrad dê li Mezara Şehîdan li gundê Metîna yê navçeya Şera ya Efrînê bêne veşartin.
Ev çend hefte ne Cebhet el-Ekrad û grûpên ser bi Artêsha Azad bi hev re li dijî DAÎŞê şer dikin û heta niha karîne çekdarên DAÎŞê ji gundên Meryemîn û Enabkê derbixin.
Gundê Meryemînê gundekî Ereban e. Gundê Enabkê jî gundekî têkel e û piraniya xelêk wê Ereb in.