Fermandarê Cebhet el-Ekrad hat kuştin


Hewlêr (Rûdaw)- Fermandarê Lîwaya Cebhet el-Ekra Elaa Cibo di encama topbarana hêzên rejîma Sûriyê de jiyana xwe ji dest da.

Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê duh ragihand ku Elaa Cibo li navçeya Seken Şebabî Ii taxa Eşrefiyê ya Helebê di encama topbarana hêzên rejîmê de jiyana xwe ji dest da.

Elaa Cibo ku bi Ebû Sitêf dihat naskirin, di 13ê vê mehê de jiyana xwe ji dest da, lê fermandariya Lîwaya Cebhet el-Ekrad duh duşemê mirina wî bi awayekî fermî ragihand.

Ebû Sitêf di sala 1976an de li gundê Qirekûzê li bakurê Helebê hatiye dinê û di destpêka sala 2013an de Lîwaya Cebhet el-Ekrad ava kir.

Lîwaya Cebhet el-Ekrad li taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên Kurdan li bajarê Helebê û li navçeyên Kurdan Til Hasil û Til Eranê li başûrê rojhilatê Helebê şer dike. Di tîrmeha sala 2013an de DAÎŞê şervanên lîwayê ji Til Hasil û Til Eranê derxistin.

li hember vê yekê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku baskê leşkerî yê PYDê de di daxuyaniyekê de sersaxî ji malbata Elaa Cibo re xwest.

Di daxuyaniya YPGê de hatiye gotin ku rola Elaa Cibo di biratiya navbera Kurd û Ereban di şoreşa Sûriyê de diyar bû.