Dêrsim: Kooperatîfa Jinan ji bo çendîn jinan bûye çavkaniya dahatê

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Pulurê ye parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê Kooperatîfa Jinan ji bo jinan bûye çavkaniya dahatê.

Di beşa tekstîlê ya kooperatîfê de 9 jin cilên ku didirûn, dişînin bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, herwiha dişînin derveyî welêt jî.

Berdevka Kooperatîfa Jinan Nurgul Ersoy Uçê got:

“Ji çendîn deverên welat ji me re sîparîş tên. Li ser daxwazê, cilên ku xwestine em li vir didirûn, pakêt dikin û ji wan re dişînin. Heta hinek caran em sîparîşan ji derveyî welat jî werdigirin.”

Kooperatîfa Jinan a Pulurê sala 2019an hatiye avakirin û 70ê endamên wê hene.

Kooperatîf zêdetir karê çandiniyê dike lê ev 3 sal in bi beşdariya 9 jinan wan dest bi karê tekstîlê kiriye.

Ew hefteyê 6 rojan dixebitin û dahata karê kooperatîfê bandoreke erênî li dahata giştî ya navçeya Pulurê jî dike.

Endama Kooperatîfê Çigdem Şayliyê jî anî ziman:

“Ji zarokatiya xwe ve ez di nav karê tekstîlê de me. Berhemanîn tiştekî xweş e û hêza jinê nîşan dide.

Bi vî karî ez piştgiriyê didim dahata malê û dibim alîkarê hevjînê xwe.”

Armanca wan ew e ku di dema pêş de cihê tekstîla xwe mezintir bikin û hêjmara karmendan jî zêde bikin.

Ji bo bikarin wê yekê bikin, ji kompanya û fîrmayan daxwaz dikin ku piştgiriyê bidin wan û sîparîşên xwe ji wan re bişînin, da ku di demeke kurt de bigihin armanca xwe.