KERKÛK – Cenazeyê Kurdekî 73 salî hat dîtin

18-01-2024
Nîşan Kerkûk Term Kurd Malbatên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li nahiyeya Qerehencîrê ya Kerkûkê termê Kurdekî 73 salî hat dîtin.

Li herêma Çemê Goranê ya Qerehencîrê doh kesek winda bûbû.

Termê wî kesî li heman herêmê hat dîtin û şopên guleyan li ser laşê wî hene.

Çavkaniyên ji polîsê Qerehencîrê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê da zanîn ku navê wî kesî Rehîm Mîrza Xurşîd e û berê ajokarê taksiyê bûye.

Heman çavkaniyan da zanîn ku taksiya Rehîm Mîrza jî hatiye dizîn.

Fatîh Rehîmê kekê Rehîm Mîrza ji Rûdawê re got, “Birayê min û hevjîna xwe bi hev re dijiyan, sê kur û keçeka wan hene. Ew malnişîn bû lê carinan karê taksiyê dikir.”

Fatîh Rehîm herwiha diyar kir, piştî ku birayê wî doh ji malê derketiye telefona wî hatiye girtin û ew ji doh ve lê digeriyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst