Baroya Amedê: Me derbarê zererdayîna Pira Kevirî gilî kir

18-01-2024
RÛDAW
Nîşan Pira Kevirî Amed Gilî Baroya Amedê
A+ A-

Hewlêr (Rûdawa) – Ji ber teqandina dînamîtan, zerer gihişt Pira Kevirî ya Pasûrê û Baroya Amedê jî li ser wê yekê gilî dike.

Di dema karê çêkirina pira di navbera herêma Farqîn, Hazro, Lîcê û Muşê de dînamît hatin teqandin.

Ji ber teqandina dînamîtan, zerer gihişt pira dîrokî ya li geliyê Goderneyê yê navçeya Pasûra Amedê.

Baroya Amedê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wan derbarê bûyerê de gilî kiriye.

Baroya Amedê diyar kir:

“Li navçeya Pasûrê ya Amedê di dema çêkirina pireke din de ji ber teqînê zerereke zêde gihîştiye Pira Kevîrî ya 200 salî.

Komîsyona me ya Hiqûqa Bajêr û Jîngehê derbarê bûyerê de gilî kiriye. Em dê pêvajoya hiqûqî bişopînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst