Li Çewlîgê ambulans wergeriya: 6 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kanireşê Çewlîga Bakurê Kurdistanê, ambulans wergeriya û 6 kes birîndar bûn.

Ambulansek doh li ser rêya Kanireşê-Çewlîgê ji kontrol derket û wergeriya.

Di qezayê de 6 kes birîndar bûn.

Xeber hat dayîn û li ser vê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê.