Zaroka ku ji Sûrên Amedê ket bi giranî birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) – Zaroka 10 salî ya ku ji Sûrên Amedê ket, bi giranî birîndar bû.

Zaroka bi navê Remziye D. bi malbata xwe re li ser Sûrên Amedê digeriya.

Dema ew bi pêlakanan dihat xwarê ket.

Li ser agahdarkirinê, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê zaroka ku bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê.