Li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê dronek hat xistin

Hewlêr (Rûdaw) - Droneke bombebarkirî ya ku ber bi Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ve diçû, ji aliyê Hêzên Hevpeymanan ve hat xistin.

Çavkaniyekî ji Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji Rûdawê re xistina dron piştrast kir.

Li gorî agahiyên Rûdawê, dron dûrî cihên niştecihbûnê û xelkê ji aliyê Hêzên Hevpeymanan a li DAIŞê ve hatiye xistin.

Li aliyê din Dije Terora Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya derbarê vê mijarê de ragihand ku ti êrişeke dronan a li balafirgehê çênebûye û nûçeyên di medyayê de ne rast in.

Piştî ku şerê di navbera artêşa Îsraîlê û Hemasê de roja 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan dest pê kir, 17ê Çiriya Pêşînê ve grûpa bi navê Berxwedana Îslamî dest bi êrişên xwe yên li ser hêzên Amerîkayê yên li Herêma Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Îraq û Sûriyeyê kirin.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ji 17ê Çiriya Pêşîna 2023yan heta niha herî kêm 130 êriş li dijî hêzên Amerîkayê hatine kirin, ji wan 53 êriş li Îraq û Herêma Kurdistanê û 77 êriş jî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatine kirin.