Li Kerkûkê êrişa çekdarî: Endameke Tevgera Azadiyê canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) – Li Kerkûkê jina ku hat zanîn endama Tevgera Azadiyê ye rastî êrişa çekdarî hat.

Bûyer demjimêr 15:30ê li taxa Serçinarê yê Kerkûkê li ber dibistana seretayî ya Sêgirmeyê rû da.

Li gorî agahiyan, 2 kesên ku li ser motorsîkletê bûne gule li endama Tevgera Azadiyê reşandine û reviyane.

Jina ku navê wê heta niha nediyar e, li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Polîsan li ser bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin.

Berdevkê Rêveberiya Polîsan a Kerkûkê Amir Şiwanî têkildarî bûyerê ji Rûdawê re axivî.

Li gorî agahiyên Amir Şiwanî parve kirine, li ser jina hatiye kuştin, pasaporta Sûriyeyê hatiye dîtin.

Tevgera Azadiyê bi awayekî fermî sala 2014an hat avakirin.

Li Îraqê û Herêma Kurdistanê jî rêxistina wê heye.

Di kongreya partiyê ya 15ê Tîrmeha 2022yan de Tara Huseyîn û Selam Abdullah wek hevserokên partiyê hatin hilbijartin.

Tevgera Azadî bi nêzîkbûna xwe ya bi PKKyê re tê naskirin.