Mikaîl Aslan û zarokên xwe ji bo dersa Kurdî bang kirin

18-01-2023
Ali Haydar Gozlu
Li Dêrsima Bakurê Kurdistanê ku herî zêde bi Kirmanckî lê tê axaftin, hunermendê Dêrsimî Mîkaîl Aslan tevlî kampanyaya dersa Kurdî bû.
Li Dêrsima Bakurê Kurdistanê ku herî zêde bi Kirmanckî lê tê axaftin, hunermendê Dêrsimî Mîkaîl Aslan tevlî kampanyaya dersa Kurdî bû.
Nîşan Dersa Kurdî Zazakî Mikail Aslan
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) – Yek ji hunermendê herî bi nav û deng ê Dêrsimê Mîkaîl Aslan û zarokên xwe bang li malbatan kir ku li dibistanan zimanê xwe yê zikmakî hilbijêrin da ku Kirmanckî (Zazakî) wenda nebe.

Kampanyaya hilbijartina dersa zimanê Kurdî ji aliyekê li bajar û bajarokên cuda yên Bakurê Kurdistanê berdewam e û ji aliyekê ve jî hunermend, zimanzan û kesayetên naskirî jî piştevaniya xwe bi peyam nîşan didin.

Li Dêrsima Bakurê Kurdistanê ku herî zêde bi Kirmanckî lê tê axaftin, hunermendê Dêrsimî Mîkaîl Aslan tevlî kampanyayê bû.  

Mîkaîl Aslan û zarokên wî Hedar û Estar bi Kirmanckî bang li malbatan kirin ku li dibistanan zimanê xwe yê dayikê wekî dersa bijarte hilbijêrin.

Aslan ji Rûdawê re got: “Silav, em hemî agahdar bûne ku ji niha û pê de mafê zarokên me heye ku li dibistanên me bi zimanê xwe bixwînin. Bila zarokên me li dibistanan fêrî zimanê xwe bibin. Zimanê me pir xweş e, eger em lê xwedî derkevin yê me ye, eger em lê xwedî dernekevin dê ji holê rabe.”

Hedar û Estar Aslan jî gotin, "Herin dibistanê, zimanê me fêr bibin, zimanê me pir xweş e."

Bi biryara Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê, ji sala 2012an ve di çarçoveya Ziman û Zaraveyên Zindî de, zimanê Kurdî wek dersa bijarte bo polên 5,6,7,8 li dibistanan tê xwendin.

Xwendekar di sala perwerdehiyê ya 2023-2024an de heta 10ê Sibata 2023yan dê bikaribin dersa Kurdî hilbijêrin û dibistanên xwe ji tercîhên dersa hilbijartî agahdar bikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst