Mehek e 7 malbatên Rojavayê Kurdistanê li Mûsilê hatine girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji 18ê meha borî ve 7 malbatên Rojavayê Kurdistanê di zindana Fêseliyê ya Mûsil de ne, ku di nav wan de zarok û kal jî hene.

7 malbatên Rojavayê Kurdistanê ji ber ku bi qaçaxî di rêya Rabîa re derbasî Başûrê kurdistanê bûne hatine girtin, berpirsên zindanê dibêjin heta ku rayedarên Netewên Yekbûyî (UN) neçe wan nebîne ew wan bernedin.

Ebdulqadir Hemîd Hesen ku malbata wî yek ji wan malbatan e ji Radioya Rûdawê re axivî û got ku ji wan 7 malbatan 2 malbat xelkê Efrînê, 5 malbatên din ji Qamişlo ne.

Ebdulqadir got herdu malbatên Efrînê li Kampa Şehaba ji ber rewşa xerab û dorpêçê berê xwe dabûne Başûrê Kurdistanê, çend caran wan hewil da di rêya deriyê sînorî Sêmalka derbas bibin lê hewlên wan bi ser neketin, lewna ew naçar man berê xwe bidine qaçaxçiyan, û qaçaxciyan jî 600 dolar ji bo her kesekî wergirtine.

Ebdulqadir amaja bi wê yekê kir ku her 7 malbat derdora 20 kesan e û rewşa wan di zindanê de zehmet e û kesên bi temen û nexweş di nav wan de hene herweha hejmarek zarok jî.

Di berdewamiya axivtina xwe de Ebdulqadir got nêzîkî 50 malbatên xelkê herêma Efrîn ê li herêma Cizîrê ne û di hewlên berdewam de ne daku derbasî Başûrê Kurdistanê bibin ji ber ku ew nikarin vegerin e Efrîn ê û rewşa wan li Cizîrê jî Xirab e.

Di dawî  axavtina xwe de Ebdulqadir hêvî kir ku aliyên peywendîdar li deriyê sînorî yê taybetmendiya Sêmalika xelkê Efrînê li ber çav bigirin.

Birayê girtiyekî Gozim Hesen beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Rojava bû û behsa rewşa malbatên girtî kir.

Gozim Hesen ku xelkê Efrînê ye got ku birayê wî ji Şehbayê bi rê ketiye hatine Qamişloyê û ji wir jî  were Herêma Kurdistanê û ji sînorê Rebîa vir ve têkiliya bi wan qut bûye û li aliyê Mûsilê hatine girtin. Dema ku tên girtin birayê wî jê re dibêje ku em li girtîgeha Fêseliyê hatine gîrtin.

Hesen da zanin ku birayê wî jinbira wî nexweş in û wan çen caran hewl dane ku herin Mûsilê serdana birayê xwe bike, ji ber ku îkama Herêma Kurdistanê pê re bûye, rê pê nehatiye dayîn ku biçe.

Herwiha Hesen diyar kir ku berpirsên girtîgehê ji wan re gotine ku ji bo bên berdan divê Netewên Yekbûyî ya li Musilê mudaxale bike,  lê ew nikarin herin Mûsilê.