Şêxmûs Ehmed: Nexweşî li kampan belav bûne û ti alîkariyên navdewletî nehatine

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Ofîsa Karûberên Penaberan li Bakur û Rohilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed behsa rewşa koçberên di kampên li navçeyên Rêveberiya Xweser (Rojava) de kir û got, ji ber sermaya zêde gelek nexweşî û ta di nava koçberan de belav bûne û ti rêxistinên mirovî alîkariya wan nekirine.

Şêxmûs Ehmed diyar kir, “Bi hatina zivistanê û barîna baranê li hin deveran gelek konên koçberan herifîn, herwiha pêla sermayê li herêmê bû sedema hin nexweşî û tayê di nava koçberan de belav bibe.”

Hevserokê Ofîsa Karûberên Penaberan li Bakur û Rohilatê Sûriyê ragihand, ku Rêveberiya Xweser ji kampan re alîkarî şandiye û weke alîkarî kon û derman ji koçberan re dabîn kiriye. Şêxmûs Ehmed got: “Rêveberiya Xweser di vê derbarê de gelek alîkarî pêşkêş kirin û hin konên koçberan guhertin û derman ji binkeyên tendirustî yên li nav kampan re dabîn kir.”

Şêxmûs Ehmed, helwêsta Rêxistina Tendirustiya Navdewletî (WHO) û rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan rexne kir û got: “Mixabin heta niha Rêxistina Tendirustiya Navdewletî û rêxistinên peywendîdar ên taybet bi mafên miorvan tiştek nekirin û alîkariya koçberên di kampên fermî û yên nefermî de nekirine.”