Asayişa Rojava: Kujerên jina ducanî û zaroka 8 salî hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku kujerên jina ducanî û zaroka 8 salî hatin girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rojavayê Kurdistanê di derbarê kuştina jina ducanî ya bi navê Nûra El Ehmed û keça wê ya 8 salî de daxuyaniyek belav kir.

Hêzên Ewlekariyê di daxuyaniya xwe de ragihdan “Roja Duşemê, 16ê Çile, hêzên li dijî Tawanan raporek li ser kuştina jineke ducanî ya bi navê Nûra Elehmed û keça wê ya heşt salî li taxa El-Meşleb li bajarê Reqayê wergirtin. Di cih de, endamên li dijî tawanan cihê bûyerê keşf kirin, delîlên cînayî berhev kirin û dest bi lêkolîn, şopandin û komkirina agahiyan kirin.”

Herwiha Hêzên Ewlekariyê dan zanîn ku wan di 24 demjimêran de xwe gumanbaran û ew girtine û di lêpirsinê de gumanbar li xwe mikur hatine ku wan cinayetê kirine.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rojavayê Kurdistanê di beşeke din a daxuyaniyê de got “piştî bidawîbûna lêkolînan em ê hûrgiliyên kuştinê, îtîrafên kiryaran û sedema tawanê ji raya giştî re biweşînin.