Ezam Emîn: MSD ji bo Sûriyê rêya rizgarbûnê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Destpêşxeriya ku hevserokê Encumane Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar ji bo nêzîkbûna aliyên bakurê Sûriyê heta niha karvedana aliyên Sûrî li pey xwe tîne. Dr. Ezam Emîn got “Tevî hemû rexneyên ku dibe ez li MSDê bikim, MSD riya rizgarbûnê ye ji bo hemû Sûriyan.”

Komîteya Karê Niştimanî ya Sûrî di daxuyaniyekê de, ko kopiyek jê ji Rûdawê re hatiye şandin, rexne li MSD û Opozisyona Girêdayî Tirkiyê dike û  wiha dibêje

“Destpêşxeriya MSD ya vê dawiyê ji bo xwevedizînê ji prosesa çaksaziyê ya Amerîkî ye ku ji hin aliyên MSD ve hatiye blokkirin da ku biryar di destê aliyekî destnîşankirî de be.

Rejîma Esed karmendekî Îranî ye, Îtilaf û artêşa Niştimanî û îslama siyasî karmendên dagîrkerê Tirk in û Hin aliyên MSD hîn li ser hizrê PKK ya Rûsî û Komunîst dijîn.”

Lê Hevserokê MSDê di vê derbarê ji Rûdawê re daxuyaniyek da û got:

“MSD destpêşxerî pêşkêş nekiriye. Min ji meha tebaxa 2021ê ve destpêşxeriyek ji bo yekîtiya bakur bi du rêveberiyên nenavendî pêşkêş kir, lê Tirkiyê qebûl nekir. Amerîka lê xwedî derket û ew bi aliyên cuda re gotûbêj kir û dixwest Tirkiyê wekû garantor bi Hevpeymaniyê û Amerîka re beşdar bibe.”

Ji Doha, Dr. Ezam Emîn, mamosteyê zanîngehê û kesayetiya opozisyona Sûrî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, nêzîkbûna MSD û opozisyonê di berjewendiya gelê Sûriyê de ye.

Akademisiyan û kesayetiyeke opozisyona Sûriyê Dr. Ezam Emîn dibêje "Bi rastî, û bi gûştî, ez di wê baweriyê de me ku her nêzîkbûnek di navbera opozisyona girêdayî Tirkiyê û Tirkiyê bi xwe de ji aliyekî ve û MSD ji aliyekî din ve di berjewendiya gelê Sûriyê de ye. Û Her nêzîkbûnek di navbera Tirkiyê û rejîma Esed de di berjewendiya rejîmê de ye, ne kêm û ne zîde."

Emîn got jî pêwîst e diyalo di navbera Tirkiyê û MSDê de hebe.

Dr. Ezam Emîn anî ziman "Ji bo min, tevî hemû rexneyên ku dibe ez li MSDê bikim, MSD riya rizgarbûnê ye ji bo hemû Sûriyan. Wê nêzîkbûn jê bisûd be û di berjewendiya hemû Sûriyan de be, ji bo hemû çînên gelê Sûriyê, çi li bakurê rojhilatê Sûriyê bin, çi li bakurê rojavayê Sûriyê bin an jî li navçeyên din ên Sûriyê bin. Ez hêvî dikim ku diyalog û nêzîkbûn di navbera Tirkiyê û MSDê de hebe. Ev yek jî di bibe bi riya ku MSD bi xwe hin tiştan ji bo Tirkiyê pêşkêş bike, û Tirkiyê bi xwe jî hin tiştan ji bo MSD pêşkêş bike. Bi vî şêweyî, bê nêrîna min, dê çareseriyeke giştgîr ji bo vê kirîza Sûriyê hebe."

Nêzîkbûna Tirkiyê û Sûriyê mijar nêzîkbûna aliyên siyasî yên nakok li Sûriyê kiriye rojevê de. Lê heta niha ti pêngavên ciddî di vê derbarê de nehatine avêtin.