Ufuk Uras: Opozisyon dê 14ê Gulanê qebûl neke

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê Ufuk Uras “Di nirxandinên berê de opozîsyonê gotibû ku em ê hilbijartinên ku beriya 6ê Nîsanê bên kirin qebûl nekin. Dibe ku ew ê li ser vê biryarê bidin, lê ez bawer nakim ku opozîsyon qebûl bike.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di civîna Koma AK Partiyê de axivî û gotibû “Miletê me piştî 73 salan di heman rojê de ji van darbekeran, ji van kesên bêhêz ku îro li ser navê maseya 6 partî rûbirûyê me bûne, re dê careke din bêje 'êdî bes e'.”

Ev daxuyaniya Erdogan wekî ku hilbijartin dê di 14’ê Gulanê bê kirin hate şîrovekirin.

Parlamenterê berê û akademîsyen Ufuk Uras beşdarî bultena Rûdawê bû û dîroka 14ê Gulanê nirxand.

Uras wiha axivî:

“Bi giştî pejirandinek hebû ku dê di 14ê Gulanê de be. Wek pêş xistina ji ber meseleyên teknîkî. Raya giştî jî li bendê bû ku hilbijartin di 14ê Gulanê de pêk were. 14ê Gulanê rojeke sembolîk e.

Lê bi ya min xeletiyek bi vî rengî heye: Wê demê opozîsyon hat ser desthilatdariyê. Niha birêz Erdogan ev 20 sal in desthilatdar e. Di ser de jî partiya ku berdewamiya Partiya Demokrat e, di maseya şeşan de ye. Ji ber vê yekê ka dê ev kêr bê ez nizanim.”

Li ser pirsa gelo di derbarê berbijêrtiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de pirsgirêka destûrî heye yan na, Uras wiha bersiv da “Helbet li rastê pirsgirêkek destûrî heye, lê hiqûqnas di vê mijarê de bûne du beş. Serokê parlamentoyê jî di nav de, parêzerên ku piştgiriyê didin AK Partiyê, dibêjin ji ber ku derbasî pergala serokatiyê bûne, êdî ev sîstemeke cuda ye, ji ber wê jî dîsa dikare bibe berbijêr. Opozîsyon jî dibêje, em li ser vê yekê mexdûriyeteke nû çênekin.”

Li ser pirsa gelo dê opozîsyon roja 14ê Gulanê pesend bike yan na, Uras wiha bersivand:

“Kiliçdaroglu jî ji bo 14ê Gulanê gotibp erê. Eger 14ê Gulanê qebûl nekin, divê Serokomar Erdogan bixwe vê biryarê bigire.

Di nirxandinên berê de opozîsyonê gotibû ku em ê hilbijartinên ku beriya 6ê Nîsanê bên kirin qebûl nekin. Dibe ku ew ê li ser vê biryarê bidin, lê ez bawer nakim ku opozîsyon qebûl bike.”