Li Siwêregê banga Kurdên Zaza ji bo zîndîmayîna Zazakî

18-01-2023
Abdulselam Akinci
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Dersa Kurdî Hilbijêre Dersa Kurdî Dersa Bijarte Siwêreg Riha Zazakî
A+ A-

Siwêreg (Rûdaw) - Li gundê Kurdên Zaza Takoranê ya ser bi navçeya Siwêrega Rihayê ve ya li peravê çemê Firatê, liv û tevger û axaftina jiyana rojane weke bi dehan gundên din ên Zazayên Siwêregê bi giştî Zazakî ye. Di van rojên ku dersên hilbijarî di rojevê de ye biçûk û mezinên gund bi yek dengî ji bo zindî mayîna zazakî bang li malbat û xwendekaran dikin da kû ev zaravaya Kurdî her zindî bimîne.

Masîvan Îbrahîm Xelîl Kanlibiçak got “Em bere bi Dimîlî diaxivîn. Dimilkî xweş e. Dê û bavên me ji vî zimanî hez dikin û vî zimanî diaxivin. Bila Zazakî hilbijêrin. Em ji Zazakî hez dikin, bila Zazakî hilbijêrin.”

Kebanî Eliye Kanlibiçak dibêje “Zimanê me Zazakî ye. Dê û bavên me bi Zazakî diaxivîn. Zimanê me yê zikmakî Zazak ye.”

Muxtarê Gundê Takoranê Sitki Kopruduz diyar kir “Em qayîl in ku zimanê me were axaftin û em zimanê xwe winda nekin. Em bi mezin û biçûkên xwe re Zazakî diaxivin. Em bi Zazakî li hev dikin.”

Di derbarê nifûsê Kurdên Zaza û axaftvanên Zazakî de amarên teqes nîn in lê li gor hin lêkolîneran ji sedî zêdetirî 6ê Kurdên Bakurê Kurdistanê Zaza ne ango bi Zazakî diaxivin. Bi vê halê li ser asta Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê piştî Tirkî bi rêjeya zêde ya axiveriyê zaravaya Kurdî Kurmancî di rêza duyem, Zazakî jî di rêza sêyem de ye lê tevî vê yekê li gorî rapora Rêxistina Netewên Yekbûyî ya Perwerdê, Zanist û Çandê (UNESCO) ji ber sedemên cûda cûda Zazakî di bin metirsiya windabûyînê de ye.

Bîlal Zîlan ragihand “Niha rewşa Zazakî xisûsen jî li bajaran di bin metirsiyê de ye. Asîmîlasyon jî berdewam e. Çimkî li mektebe, di medyayê de, li mekteban her tişt bi tirkîye. Ji ber wê sedemê dewam e asîmîlasyon. Zarokên me bi Tirkî qaîl in. Ji ber wî jî Zazakî di metirsiyê de ye.”

Li gorî UNESCOyê ji bo ku zimanek ji mirinê azad bibe û bimîne pêşerojê tişta herî girîng ew e ku ew ziman ji alîyê wê netewê ve berdewam were axaftin û ji bo zarok fêrî wî zimanê bibin şertên guncav werin dabîn kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst