Di deriyê Serzêrê re 450 hezar kesan çûn û hatin kirine

18-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di sala 2022an de bi rêya Deriyê Serzêrê yê di navbera Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de 450 hezar kesan çûn û hatin kirine.

Sala borî 450 hezar kesan û 40 hezar otomobîlan bi rêya  deriyê sînorî yê Sezêr yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çûn û hatin kirine  ku di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de ye.

Qeymiqamê Çelê Hasan Kurt diyar kir ku çûn û hatina li ser derî sal bi sal zêde dibe û got: “Eger em berhevdana wê li gor salên berê bikin çûn û hatina welatiyan û otomobîlan qat bi qat zêde dibe.”

Bi gotina Hasan Kurt ji bo ku ev derî bibe deriyekê sînorî yê bazirganiyê kar û xebatên wan berdewam in û çi ji destê wan bê ew dê bikinç

Qeymiqamê Çelê Hasan Kurt dibêje: “Li deriyê sînorî yê Uzumlu yê Çukurcayê dema em ji salên 2016an û  2017an ve dinêrin, hejmara rêwiyan li gor demên berê qat bi qat zêde dibe. Di sala 2022an bi giştî 40 hezar otomobîlan û derdora 450 hezar rêwiyan çûn û hatin kirine. Deriyê me yê sînorî yê Çelê di çûn û hatina welatiyan û otomoibîlan de êdî li navçeyê û ji aliyê welatiyên Iraqê ve tê bikaranîn. Deriyê sînorî yê Uzumlu bo navçeya me û Colemêrgê yek ji deriyên sînorî yên girîng e. Di salên pêş de bi xebatên wezareta me ya bazirganiyê yên li ser vî deriyê sînorî û piştevaniya rêveberiya me ya gumrîkan xebatên me yên derbarê bazirganiya li ser vî deriyê sînorî berdewam dibin. Hem bi biryarên rêveberiya Iraqê  hem jî bi wan biryarên ku welatê me bide, ji bo ku bazirganiya sînorî li deriyê sînorî yê Uzumlu destpê bike û bibe deriyeke sînorî yê modern çi ji destê me bê, em dê bikin.”

Deriyê Sînorî yê Serzêr di sala 2013an de di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de hatiye vekirin, lê bi aweyek fermî çûn û hatina rêwî û otomobîlan di sala 2015an de destpêkir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst