Weşanxaneya Nûbiharê bi 5000 pirtûkan piştgirî dide dersa bijarte ya Kurdî

18-01-2022
RÛDAW
Nîşan Dersa Kurdî Dersa Bijarte Weşanxaneya Nûbihar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Weşanxaneya Nûbiharê ragihand ku ew dê bi 17 pirtûkên cuda yên zarokan piştgirîya banga "Dersa Kurdî Hilbijêre" bike û 5000 pirtûkan li ser xwendekarên dersa Kurdî belav bike.

Pêvajoya hilbijartina dersên bijarte yên sala perwerdehiyê ya 2022-2023an li dibistanên navendî yên girêdayî Wezareta Perwerdeya Tirkiyê di 3ê Çileyê de dest pê kir û heta 21ê Çileyê berdewam dike.

Ji xwendekarên dibistana navîn ên polên 5-6-7 û 8an û malbatên wan tê xwestin ku heya 21ê Çileya 2022an, serî li rêvebirîya dibistanên xwe bidin û Kurmancî û Zazakî wek dersên bijarte hilbijêrin.

Di demekê de ku tenê 3 roj dem li pêşiya xwendekar û malbatan maye, seferberiya ji bo tercîhkirina dersên Kurdî yên di çarçoveya dersên hilbijartî yên li dibistanên navîn ên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê berdewam dike, piştgiriya alî û saziyên Kurdî bo dersa Kurdî û handana (teşwîqkirina) xwendekaran bo hilbijartina dersa Kurdî her ku diçe zêdetir dibe.

Weşanxaneyên Kurdî jî bi bexşandina pirtûkan ji bo vê kampanyayê piştgiriya xwe diyar dikin.

Weşanên Nûbiharê di daxuyaniya xwe ya li ser Twitterê de bi bîr xistiye ku pêvajoya hilbijartina dersên bijarte yên Kurdî heta 21ê Çile berdewam e û dibêje, “Em jî bi navê Nûbiharê piştgiriyê didin banga “Dersa Kurdî hilbijêre.” Dema mamosteyên polên Kurdî serî li me bidin û ji me bixwazin emê ji 17 cûre pirtûkên zarokan, bi temamî 5000 hebî li polên Kurdî belav bikin.”

Pirtûkên ku Weşanên Nûbiharê soz daye ku li ser xwendekaran belav bike ev in:

Ji Edebiyata Zarokan:

1-Daweta Noko û Nîskê

2-Du Legleg-Zozan û Gernas

3-Gurê Kubar

4-Ejderhayê Tirsonek

5-Kulîlk-Dîwana Zarok û Ciwanan

6-Abşûran

7-Demsala Nan

Seta Daristana Şîrîn (10 pirtûk)

1-Poşmaniya Mar

2-Kangûrû Gogo

3-Sihorîka Tirsonek

4-Hechecika Delal

5-Malbata Meymûn Xanim

6-Çirçirk û Cîranên Wê

7-Xewa Piling Pîlo

8-Roja Bavan

9-Roja Dayikan

10-Reşbeleka Daristana Şêrîn

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst