Hewlêr (Rûdaw) – Li Gundê Bizirxnê yê ser bi navçeya Çaldîran a Wana Bakurê Kurdistanê ji serma nikarin ji malên xwe derbikevin.
Ev ne cemserên bakur in ne jî devereke Sibîryayê ye, lê gundê Bizirxan e li navçeya Çaldîran a ser bi parêzgeha Wanê ye li Bakurê Kurdistanê ye. Ev gund yek ji sartirîn gundên Bakurê Kurdistanê ye. Zivistan bi heman dijwariya xwe bi ser gund de hatiye û berfeke zêde bariyaye. Xelkê gund di şert û mercên giran yên zivistanê de berdewamiyê bi jiyana xwe didin.
Welatî Mehmet Şirîn dibêje: “Ev der gelekî sar e. Otomobîl diqerisin, eger em sibeyan germ nekin naxebittin. Em li vir di şert û mercên zehmet de dijîn. Gelek sar e. Jiyan gelek zehmet e. wek hûn dizanin gelek berf heye. Germa dikeve jêr sifrê 40 pile. em bi şev heta sibê ji serma ranazin”
Ji ber sermaya zêde şambelîlk bi banên xaniyên welatiyan ve çêbûne. Camên pencereyên wan qeşayê girtine û avên wan jî qerisîne. Gundî neçar in di malên xwe de 24 demjimêran sobeyên xwe pêxin. Dema ji malên xwe derdikevin jî ji serma birh û mijangên wan qeşa digirin. Ji ber vê yekê di zivistanê de piraniya demên xwe di malên xwe de diborînin. “
Welatî Yusuf Çakan jî got: “Jiyana gund ne wek jiyanê ye û rawestiyaye. Li vir hinek caran germa dikeve bin sifrê 40 pileyan. Ev der deşt e û ji ber ku bilindahî jî zêde ye gelek sar derbas dibe. Eger ne neçarî be em dernakevin derve. Em tenê heftiyê carekê ji bo kirîna xorakê diçin sûkê. Eger sobe li malê pênekeve em nikarin di mal de jî bimînin.”
Xelkê gund debara xwe bi ajeldariyê dikin. Bê guman serma bandoreke nerênî li ser ajelên wan jî dike, lewra ew neçar in ji bo ajelên xwe jî di axur û govan de sobeyan pêxin.
Muxtarê Gund Şefik Çakan jî got: “Derketina ajelan di van mehan de gelek zehmet e. Em êm û ava wan di hindir de didin wan. Sar e. Em niha nikarin wan derxin derve. Jixwe dema berxik ji dayik dibin ji serma diqerisin û dimirin. Ez wiha ji te re bêjim. Deverek gelek sar e.
Gundê Bizirxan 15 kîlometreyan dûrî navçeya Çadêranê ye û bilindahiya wî ji asta deryayê 2 hezar û 55 metre ye. Li gund 30 mal hene. Sala borî jî li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nizimtirîn pileya germayê bin sifrê 39.2 pileyan li vî gundî hatibû tomar kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse