PAK: Şaredariyên Yenîşehîr û Kayapinarê rê li ber kampanya me ya bo Kurdî girtin

18-01-2022
RÛDAW
Nîşan Dersa Kurdî PAK Amed Dersa Bijarte Zimanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariyên navçeyên Yenîşehîr û Kayapinar ên Amedê ku bi qeyûm rêveberiya wan tê kirin, nehiştin ku Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ji bo dersa bijartî pankartan darve bike.

PAKê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan xwest ji bo malbatên Kurdan dersa bijartî ya Kurdî hilbijêrên,  li gelek navçeyên Amedê li kolan û cadeyan pankartan darve bike.

Di van parkatan de bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî û bi Tirkî weha hatibû nivîsandin:

“Em zarokên xwe di dersa bijarte ya kurdî(Kurdî, Kirmanckî/Zazakî) de qeyd bikin

Ma tutanê xo dersa weçînayî ya kurdkî(Kurdkî, Kirmanckî/Zazakî) rê qeyd bike

Çocuklarımızı Kürtçe(Kurmanci, Zazaki) Seçmeli Derse Kaydedelim”

Parêzgariyê berê PAKê da şaredariyan

Li gor daxuyaniyê, wek prosedura yasayî Teşkîlata Amedê ya PAKê serî li Parêzgeha Amedê da ku îzna pankartan bide, lê Parêzgeha Amedê dibêje: “Darvekirina pankartan di desthilatdariya şaredariyan  de ye. Divê hûn serî li wan şaredarîyên ku hûn dixwazin pankartan li navçeyên wan darve bikin bidin.”

Li ser vê gotina Parêzgeha Amedê, Teşkîlata Amedê ya PAKê roja 17ê Çileya 2022yan serî li şaredarîyên navçeyên Yenîşehîr û Kayapinar în Amedê dan, da ku bikaribin pankartan darve bikin.

Şaredariya Kayapinarê daxwaza PAKê red kir

Derbarê vê yekê de PAK dibêje: “Şaredariya navçeya Yenîşehîrê roja 17ê Çileyê bersîva PAKê da û got daxwaza we nehatîye qebûlkirin, ji ber wê jî hûn nikarin pankartên xwe darve bikin. Şaredariya Kayapinarê jî bersîva hevdîtin û telefonên PAKê nade û bi awayekî fîlî rê li ber darvekirina pankartan digire.”

PAK dibêje cîhê balê ye ku hinek sendîka û komeleyan her di derbarê dersa bijartî ya Kurdî de li hinek navçeyên Amedê pankartên xwe darve kirine, lê mixabin şaredarîyên navçeyên Yenîşehîr û Kayapinar ên Amedê ev mafê meşrû yê PAKê red kirine.

PAKê helwesta herdu şaredariyan şermezar kir

PAK vê helwesta şaredarîyên navçeyên Yenîşehîr û Kayapinar şermezar dike û dibêje: “Ev biryar û helwesta herdu şaredarîyan binpêkirina yasayan e. Dersa bijartî biryareke Hikûmeta dewleta Tirkiyê ye. Eger şaredariyek rê li ber pankarteke ku daxwaza piştgirîya dersa bijartî bike, tê wê maneyê ku ew şaredarî bi awayekî keyfî yasayan jî qebûl nake. Ev helwesta cot standartî ya qeyûman hişmendîya wan a bi pêşhukmîyê ve hûnandî, hişmendîya wan a dijayetîya zimanê Kurdî û ya  ji azadiyê û ji demokrasîyê dûr e jî nîşan dide.”

PAK herwiha dide zanîn ku parêzerên partiya wan dê  bi rêyên hiqûqî di derbarê van herdu şaredariyan de lêpirsînê bidin destpêkirin.

Piştî hilbijartina 31ê Adara 2019ê, HDPê herdu şaredariyên navçeyên Yenîşehîr û Kayapinar ên Amedê bidest xistibûn, lê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê herdu Serokşaredarên HDPê ji wazîfeyê girtin û li şûna wan qeyûm tayîn danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst