Li Mûşê 7 jinan ji bo firotina xwarinên Kurdî kargeh vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, 7 jin hatin ba hev û bi armanca firotina xwarinên xwemalî kargehek ava kirin. Jinên Muşî, bi rêya firotina xwarinên xwemalî yên wek kutilkên Mûşê, reçel, borek, peqlawe û tirşî sûdê digihînin debara mala xwe.

Jin, hem li kargehê wextê xwe derbas dikin û bi rêya firotina xwarinên xwemalî xizmeta çanda Kurdan û Mûşê dikin.

Geştyarên diçin Mûşê jî eleqeyeke zêde nîşanî xwarinên xwemalî dikin û ew jî karê jinan baştir dike.

Rêveberê Kargehê, Dilek Karaguzel derbarê karê xwe û hevkarên xwe de ragihand, “Em 7 jin hatin ba hev û me kargeh ava kir. Xwarinên xwemalî yên malan, tirşî, dimis, borek, peqlawe, erîşte, manti çêdikin. Em daxwazên muşteriyan ên xwarinên xwemalî yên Mûşê werdigrin û bi wan re dibin alîkar.”

Jinên kargeh avakirinê di serî de bo kargeh û malên li Mûşê û piştre bo bajarên Amed, Çewlig û Mersînê jî xwarinên xwemalî yên Mûşê dişînin.

Dilek Karaguzel li ser wê yekê dibêje, “Ji malan û yên ku mêvanê wan hene daxwaz dikin. Borek, peqlawe çi bixwazin em çêdikin. Me kompanya ava kir û dahata wê bo me 7 jinan e. Min berê li mala xwe çêdikir, lê li mal zehmet dibû. Niha li kargehê hêsantir e. Em ji aliyê aborî ve piştgiriya malbata xwe dikin.”

Li Bakurê Kurdistanê daxwazeke zêde li ser xwarinên Kurdî heye. Kargeha Warê Laleyan, li Mûşê yekem kooperatîfe ku ji aliyê jinan ve hatiye avakirin.

Armanca wan 7 jinan niha ew e ku hejmara endamên xwe zêde bikin û karê xwe mezintir bikin.