Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê, berf û serma zêde karê ajeldaran zehmettir dike. Gundiyên Agiriyê tevî hemû astengiyan hewl didin pêdiviyên ajelên xwe dabîn bikin.
Ajeldarên li gundan havînan ajelên xwe ji bo çêrandinê dibin zozanan, lê zivistanan neçar in bo dema 6 mehan ajelên xwe di axur û govan de bixwedî bikin.
Ajeldar ji bo ajelên wan birçî nemînin li ser berfa metreyekê bilind, ji 500 metreyan bi kaşkaşokan gihayê wan dikşînin ser berfa tepisandî û wan êm dikin.
Ajeldar, Hikmet Yeşilbaş dibêje, “Bi rastî ji ber li vêderê nêzîkî metreyekê berf heye, di dema em giha ji wan re dikşînin û wan ji hundir derdixin carinan gelek zehmetiyan dikşînin. Bahoz radibin carinan, di şertên zehmet de dibe. Em vî gihayî havînî didirûn û datînin ser hev û ji ber ajel giha nexwun dewrûberê wê têl dikin. Em zivistanê bi qasî têre wan bike bi deziyan girêdidin û ji bo ajelan rojê du caran tînin vêderê.”
Gundî, ji bo êmkirina pezên xwe havînan giha berhev dikin da ku di zivistana dijwar de barê wan girantir nebe. Eger havînî amadehiyên xwe nekin, zivistan dê bo wan û ajelên wan zehmettir bibe.
Haşmet Bulut jî ku pîşeya wî xwedîkirina ajelan e dibêje, “Li vir kar gelek zehmet e. Berf dibare, em ji neçarî diçin ser baniyan paqij dikin. Gelek zehmetîyan wan hene. Em carinan ji 500-600 metreyan ajelan tînin, ew ji bo me gelek zehmet dibe. Veguhestina gihayê wan jî.”
Agirî yek ji wan parêzgehên Bakurê Kurdistanê ye ku beşeke zêde ya xelkê wê bi ajeldariyê debara xwe dikin. Sektora ajeldariyê yek ji dahatên sereke yên vê parêzgehê ye.
Li gor amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TÛÎK) li Agiriyê milyonek û 386 hezar û 398 serî mih û bizin û 411 hezar û 183 serî çêlek hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse