Parêzgarê Amedê bi Coronayê ket

18-01-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê Munîr Karaoglu ku hevdem bi biryara hikûmetê qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye, bi vîrusa Coronayê ket.

Munîr Karaoglu îro Duşemê li ser hesaba xwe ya twitterê pêketina xwe bi vîrusa Covid-19 ragihandiye.

Karaoglu ragihandiye, li ser hin nîşaneyan, testa Covid-19 ya ku roja Yekşemê min kiribû, pozîtîv derket.

Parêzgarê Amedê herwiha diyar kiriye, rewşa tendirustiya wî baş e û tekez kiriye, li malê çareseriyê werdigire.

Roja bihorî Wezareta Tendirustî ya Tirkiyê ragihandibû, ku 6 hezar û 436 haletên pêketina bi vîrusa Coronayê li wî welatî hatine tomarkirin û 165 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Li gor Wezareta Tendirustî ya Tirkiyê, ji destpêkê ve heta îro li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 2 milyon û 387 hezar û 101 kes bi vîrusa Coronayê ketine, ku 2 milyon û 262 hezar û 864 kes ji wan baş bûne, herwiha 23 hezar û 997 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Ev yek di demekê de ye, ku ew sê roj in Tirkiyê dest bi proseya vaksînkirina xelkê kiriye.

Tirkiyê 50 milyon doz vaksîna dijî Coronayê ji Çînê kiriye û heta niha 3 milyon doz gihîştine wî welatî. Tirkiyê herwiha 50 milyon doz vaksîn ji kompanyaya Pfizer kiriye û biryar e di meha Sibatê de ew vaksîn jî bigihin wî welatî.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst