Ehmed Turk: Li ser îdeolojiyekê tenê yekîtî ava nabe

18-01-2020
RÛDAW
Ehmed Turk dibêje, "Dixwazin hemû destkevtên Kurdan ji holê rakin."
Ehmed Turk dibêje, "Dixwazin hemû destkevtên Kurdan ji holê rakin."
Nîşan Ehmed Turk Kurd Yekîtiya Netewî Amed HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Ehmed Turk, amaje bi wê kir, kêmasî di nav partiyên siyasî de hene û got, “Yekîtî tenê li ser îdeolojiyekê ava nabe.”

Ehmed Turk, Siyasetmedarê Kurd û û Şaredarê berê yê Mêrdînê li ser lîsta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji kar hatibû dûrxistin û li şûn wî qeyûm hatibû danîn, derbarê hewldanên partiyên siyasî yên Kurd bo pêkanîna yekrêziyeke netewî, ji Rûdawê re axivî.

Siyasetmedarê Kurd Ehmed Turk amaje bi alozî û pêşhatên li Rojhilata Navîn kir û ragihand, “Îro li Rojhilata Navîn gelek alozî û astengî hene, dixwazin hemû destkevtên Kurdan ji holê rakin. Lê di dîrokê de sed salan carekê fersendek bo Kurdan ava dibe. Îro gelê Kurd li hemû cîhanê hatiye naskirin ku miletekî bi rûmet e û ji bo jiyaneke azad, demokrasî û pêşeroja xwe xebateke gelek girîng dimeşînin.”

Derbarê hewl û xebatên bo pêkanîna yekrêziya Kurdî jî Ehmed Turk got, “Kêmasî di nav partiyên siyasî de ne. Bi aloziyê Kurd nikarin bigihijin hev. Divê em bi berfirehî li mesela Kurdan binêrin. Li ser îdeolojiyekê tenê yekîtî ava nabe. Divê em berfireh lê binêrin. Bi siyaseteke demokratîk, bi siyaseteke hevpar ku em bikarin ava bikin û fikr û ramanên xwe bigihînin gelê xwe.”

Ew siyasetmedarê Kurd tekez dike, “Divê em baweriyeke mezin bidin gelê xwe. Dema gel ji me bawer bike, bi rastî jî li hember van asengiyan dikarin xwe bînin ziman û careke din ji bo mafên xwe derkevin nav siyasetê, derkevin qadan û dengê xwe bigihînin hemû cîhanê.”

Li bajarê Amedê îro bi beşdariya hejmareke partiyên Kurdî, ‘Komxebata Yekîtiya Netewî’ birêve diçe ku dê du rojan berdewam bike.

Ew partiyên Kurdî ku beşdarî civînê bûne ev in, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Şoreşgerên Kurd ên Demokrat (DDKD), Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Platforma Demokratên Kurd-Bakur (PDK-Bakur) û Partiya Demokrata Kurdistan  Tirkiye (PDK-T) beşdarî civînê dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst