Amed (Rûdaw) - Li navçeya Sûrê ya Amedê 4 sal in hikûmeta Tirkiyê biryar daye ku xaniyên xelkê ava bike, lê heta niha tenê 84 xanî hatine lêkirin.
Li navçeya Sûrê ya Amedê piştî 3 salan berfeke dijwar dibare. Li vê navçeya dîrokî hêviyên koçberên Sûrê jî weke berfa zivistanê sar e.
Lewre ev 4 sal in ku biryara lêkirina hezar û 500 xanî û bi sedan dikanan hatiye dayîn lê heta niha tenê 84 xanî hatine lêkirin. Biryar bû xaniyên Sûrê heta dawiya sala 2019'an hatibana lêkirin lê hikûmetê soza ku dabû xelkê nekarî bi cih bîne.
Adil Aydin, Endamê Meclisa Şaredariya Sûrê li ser lîsteya AK Partiyê dibêje, “Ji ber çi dereng ketiye? Ji ber ku xwediyên xaniyên berê dewletê dane dadgehê, lêkirina xaniyan sekinandine. Ji ber vê yekê ev pir dereng ket. Aliyekî wê yê din jî budce tune ye. Ya rastî pere tune ye. Lê vaye wezareta bajarvaniyê budceyek peyda kiriye, di demeke nêz de dê çêkin.”
Di dema şerê nava bajaran de li 6 taxên Sûrê nêzî 6 hezar xanî hatibûne rûxandin. Koçero Topdemîr jî muxtarê yek ji wan taxan e ku niha ji ber tunebûna taxa xwe li qehwexaneyan karê muxtariyê dike. Li taxa wî heta niha kavil jî nehatine rakirin.
Koçero Topdemîr, Muxtarê Taxa Cemal Yilmazê, dibêje, “Di sala 2015'an de qedexeya derketina derve dest pê kir. Hê jî li van taxan ev qedexe berdewam dike. Niha tu kes li taxê tune ye. Roja ewil de taxa me çawa bû, hê jî taxa me wisa ye. Heta niha yek bizmarek jî lênexistine.”
Apê Şewket û Evdilmecîd jî hevalên hev ên Sûrê ne. Her yek ji wan 50 salên xwe li Sûrê derbas kirine. Xaniyên herduyan jî di şerê xendekan de hatiye rûxandin. Ew bi salan in li benda wergirtina mafên xwe ne lê li holê ne xanî û ne jî mafê ku dixwazin heye.
Hemwelatiyê bi navê Şewket Bozyil ê temen mezin ku xaniyê wî li Sûrê hatiye rûxandin dibêje, “Xaniyê me wisa ma. Çi warê me hebû ew xanî bû. Emrê min 70 sal in, ez ê ji niha pê de ka çi bikim?”
Hemwelatiyê bi navê Evdilmecîd Kiliç jî daxwaza xaniyê xwe dike û dibêje, “Ez dixwazim xaniyê min bidin min. Nîvî nîvî wan pereyê min xwariye.”
Li navçeya Sûrê ya Amedê ku nifûsa wê berê ji 20 hezarî zêdetir bû, tenê li Taxa Alî Paşa xanî hatine lêkirin. Ew tax jî dûrî şerê xendekan bû û piştre ji aliyê dewletê ve hatibû îstîmlaqkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse