ŞIRNEX - Çarenivîsa hevjînên Kildan ne diyar e

18-01-2020
RÛDAW
Nîşan Kildan Şîmonî Dîrîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elkê ya Şirnexê, 7 roj e çarenivîsa pîremêr û pîrejineke Kildan ne diyar e.

Li gundê Mehrî yê ser bi navçeya Elkê ya Şirnexê ve, hemwelatiyên bi navên Hurmuz û Şîmonî Dîrîl ku hevjîn in, ev 7 roj in çarenivîsa wan ne diyar e.

Ji bo dîtina wan herdu hemwelatiyên Kildan ku Hurmuz 71 salî û Şîmonî jî 65 salî ye, hêzên ewlehiya Tirkiyê bo wê navçeyê hatibûn veguhastin.

Lêbelê heta niha ti encamek ji wan xebatên li wî gundê ku berfeke zêde jî lê bariye, nehatine bidestxistin.

Li gor zanyariyên berdest hêzên emnî ji gund derketine lêbelê xebatên bo dîtina wan herdu hevjînan berdewam dikin ku firokeyên pîlot jî li xebatên lêgerînê hatine zêdekirin.

Ew hevjînên Kildan roja 11ê vê mehê ji mala xwe derketibûn û ji wê rojê ve ti zanyariyek derbarê wan de nehatiye bidestxistin.

Tê gumankirin ku ew hevjînên temen mezin ji aliyên hin kes an kesan ve hatibin revandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst