HSDyê li ser êrişên Tirkiyeyê yên li Kobaniyê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) got, “Yên ku digotin, Kobanî ket, vaye dê bikeve, îro berê çeteyên xwe didin Kobaniyê.”
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser êrişên Tirkiyeyê û komên çekdar ên li Kobaniyê daxuyaniyek belav kir.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, Tirkiye plan dike ku êrişî Kobaniyê bike û li derdora wê komên çekdar bi cih dike.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniya xwe de da zanîn:
“Bêguman dagirkeriya Tirk ranaweste û niha plan dike êrişî bajarê Kobaniyê bike.
Heta plana wê ew e ku tevahiya xaka Sûriyeyê îlhaq û dagir bike.
Ji bo wê jî niha di serî de Kobanî li seranserî herêmê hêjmareke mezin a leşker û çeteyên xwe, tevî çekên giran di rewşeke amade de girtiye.
Her wiha bi awayekî rojane êriş dike û gefan dixwe.”
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser êrişan anî ziman:
“Li cihê me DAIŞ têk biriye, îro dewleta Tirk wekî ku tola DAIŞê rake, êrişî wan deveran dike.”
Bendava Tişrînê ya li ser Çemê Feratê dikeve başûrrojhilatê Minbicê.
Çend caran şerê kontrolkirina bendavê di navbera HSDyê û çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê de derketibû û şer carinan gur dibe.
Daxuyaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wiha ye:
“Sûriye êdî derbasî pêvajoyeke nû bû. Bi hilweşandina desthilata Baas re gelek valahî li herêmê çêbûn. Êdî birêvebiriya Şamê dest guhert û ne diyar e wê paşeroja Sûriyeyê çawa were xêzkirin. Dewleta Tirk a dagirker ku bi salan e êrişî herêma me ya bakur-rojhilatê Sûriyeyê dike, ji van valahiyên heyî sûd wergirt û berê çeteyên xwe da bajarê Minbicê. Bêguman dagirkeriya Tirk bi hemû hêza xwe ya hewayî û ne yekser jî be, bi awayekî veşartî bejayî cihê xwe di nava vê êrişa dagirkeriyê de girt. Bi vê dagirkeriya xwe re berê xwe da Bendava Tişrînê û Pira Qerekozakê ango xwest berê xwe bide Kobaniyê. Li vir şerên pir dijwar rû dan. Dagirkeriya Tirk bi hemû teknîka xwe bi ser şervanên me de hat. Lê piştî 5 rojan û di encama berxwedaniya mezin a şervanên me, ev êriş tevahî hatin şikandin.
Bêguman dagirkeriya Tirk ranaweste û niha plan dike êrişî bajarê Kobaniyê bike. Heta plana wê ew e ku tevahî xaka Sûriyeyê îlhaq û dagir bike. Ji bo wê jî niha di serî de Kobaniyê li seranserî herêmê hêjmarek mezin leşker û çeteyên xwe, tevî çekên giran di rewşeke amade de girtiye. Her wiha bi awayekî rojane êriş dike û gefan dixwe.
Cîhan tevahî dizane wekî HSD bi hemû meclisên xwe, em hêzeke rewa ne û me li dijî DAIŞê şerekî pir dijwar da meşandin û heya niha ev têkoşîna me didome. Dinya tevahî ev serkeftina me ya li hemberî DAIŞê pîroz kir. Lê mixabin ku li cihê me DAIŞ têk biriye, îro dewleta Tirk wekî ku tola DAIŞê rake, êrişî wan deveran dike. Her kes dizane DAIŞ destpêkê li Kobaniyê têk çû. Şikandina xwe ya yekemîn li wir xwar. Ango li Kobaniyê ji bo azadiya gelê Kurd û tevahî gelên herêmê, heta ji bo parastina tevahî cîhanê ji metirsiya DAIŞê, rûmeta mirovahiyê hate parastin.
Yên ku digotin; “Kobaniyê ket, vaye wê bikeve” îro berê çeteyên xwe didin Kobaniyê. Em wekî HSD bi biryarin, emê heya dawî li hemberî van êrişan rawestin. Çawa ku Kobaniyê bû destpêka tunekirina DAIŞê, ewê ji bo Erdogan û çeteyên wî jî bibe destpêka têkçûnê. Şervanên azadiyê û gelê me yê Kobaniyê yê bi rûmet wê dersek dîrokî bidin Erdogan û çeteyên wî.
Ji bo wê di serî de ciwanên Kurd û Ereb divê tevahî gelê herêmê van xeteriyan bibîne û ji bo mezinkirina berxwedana rûmetê, cihê xwe di nava HSD’ê de bigrin. Ev dem ew deme ku divê ciwan ref bi ref biherikin nava HSDyê. Heger em dixwazin malbatên me û gelê me bi aramî li ser axa xwe bi rûmet jiyan bike, wê demê divê em bi lezgînî beşdarî nava refên HSD bibin. Bi vê sekna xwe ya berxwedêr emê karibin jiyana azad û bi ewle misoger bikin.
Bi qasî ku gelê me li her bajarî tax û kolanên xwe biparêze, wê ewqasî bibe palpişt ji bo hêza xwe ya parastinê. Ji bo wê divê gelê me bi ruhê seferberiyê tevbigere û hemû jiyana xwe li gorî rastiya vî şerê dijwar rêk û pêk bike.
Wekî Hêzên Sûriya Demokratîk HSD em bangî tevahî gelên herêma Rojhilata Navîn, cîhanê, hevalbend, şoreşger, mirovên demokrat û azadîxwaz dikin ku divê li rex gelê Kobaniyê û HSD cih bigrin û em bi hev re ruhê 1ê Mijdarê zindî bikin. Ev ruh wê careke din cîhana me ji xeteriya DAIŞ û alîgirên wê biparêze û ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û azad wê rola sereke bileyîze.”