Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Çekyayê yê Îraqê re civiya
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi Balyozê Komara Çekyayê yê Îraqê Jan Snaidauf re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuayniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku balyozê nû yê Çekyayê Jan Snaidauf got ku ew dê têkilî û hevkariya di navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê ya bi welatê xwe re di hemû waran de pêş bixe.
Li gorî daxuyaniyê, pêwendiyêm Hewlêr û Bexdayê, rewşa Îraqê û bipêşketinê dawî yên li herêmê mijarên civînê bûne.
Li aliyê din, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî yê Îraq û Sûriyeyê (Koalîsyonê) General Kevin Leahy re civiya.
Di civîna Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Koalîsyonê General Kevin Leahy de de bipêşketinên herî dawî yên rewşa ewlehiyê ya li Îraq û Sûriyeyê hatine gotûbêjkirin.
Her wiha di çarçoveya hewldanên şerê dijî terorê û jinavbirina bermayên DIAŞê de tekezî li ser bihêztirkirina hevkarî û hevahengiya navbera hêzên Pêşmergeyan û artêşa Îraqê yên li gel hêzên hevpeymaniya navneteweyî hatiye kirin.