Serok Barzanî: Alaya Kurdistanê berxwedana gelê Kurdistanê ye

17-12-2024
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Roja Alaya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mesûd Barzanî ji bo Roja Alaya Kurdsitanê got, "Alaya Kurdistanê hilgirê peyama aştî, pêkvejiyan, berxwedan û cangoriya gelê Kurdistanê ye."

Her sal 17ê Kanûna Pêşîn wekî Roja Alaya Kurdistanê tê pîrozkirin.

Parlamentoya Herêma Kurdistanê, ji bo hildana alaya Kurdistanê li ser fermangehên Herêma Kurdistanê deng da.

Piştî 10 salan, 19ê Hezîrana 2009an Parlamentoya Kurdistanê roja 17ê Kanûna Pêşînê wek Roja Alaya Kurdistanê diyar kir.

Biryar ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê ve hat pesendkirin.

Salane bi merasîmên cuda, di wê rojê de, ala tê bilindkirin.

Serok Mesûd Barzanî bi minasebeta Roja Alaya Kurdistanê peyamek belav kir.

Serok Mesûd Barzanî di peya xwe de wiha got:

"Berxwedan û cangoriya gelê Kurdistanê ye"

"Alaya Kurdistanê hilgirê peyama aştî, pêkvejiyan, berxwedan û cangoriya gelê Kurdistanê ye.

Roja alayê li hemû Kurdistaniyên ezîz pîroz be."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst