Nêçîrvan Barzanî fermandarê Hêzên Hevpeymaniyê qebûl kir
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Fermandarê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî yê Îraq û Sûriyeyê General Kevin Leahy re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de dipêşketinên herî dawî yên rewşa ewlehiyê ya li Îraq û Sûriyeyê hatine gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de har ragihandin ku di çarçoveya hewldanên şerê dijî terorê û jinav birina bermayên DIAŞê de tekez li ser bihêztirkirina hevkarî û hevahengiya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê yên li gel hêzên hevpeymaniya navnetewyî hatiye kirin.
Li aliyê din, Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser berdewamiya piştgiriya Hevpeymaniya Navneteweyî ya ji bo Îraqê û hevahengiya hevbeş a li gel hevpeymanan di şerê dijî metirsiyên terorîstan de bilind nirxand.
Her wiha Nêçîrvan Barzanî daxwaza berdewamiya hevkariya navbera tevahiya aliyan kir ku wekî kilîta bihêztirkirina ewlehiya Îraqê nîşan da.
Li gorî daxuyaniyê, General Kevin Leahy jî di civînê de rola Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge di şerê dijî terorîstan de bilind nirxand û pabendbûna hêzên hevpeyman li ser berdewamiya piştgiriya Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo parastina aştî û aramiyê û jinavbirina metirsiya DAIŞê dubare kir.
Di civînê de her wiha li ser pêwîstiya berdewamiya hevkarî û şêwirên hevbeş ji bo dabînkirina aramiyê û çareserkirina pirsgirêkên ewlehiyê yên niha li herêmê gotûbêj kirin.