Mezlûm Ebdî li ser agirbesta bi Tirkiyeyê re peyamek belav kir

20 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mezlûm Ebdî HSD Rojavayê Kurdistanê Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî got, “Em pabendbûna xwe ya bi biryara agirbesteke berfireh a li seranserî Sûriyeyê dubare dikin.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî (Kobanî) li ser hesabê xwe yê peyamek belav kir.

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî di peyama xwe de anî ziman:

“Em pabendbûna xwe ya bi biryara agirbesteke berfireh a li seranserî Sûriyeyê dubare dikin.

Em amade ne ku li Kobaniyê avakirina herêmeke bêçek pêşniyar bikin.”

Mezlûm Ebdî ragihand ku ew piştgiriyê didin hêzên ewlehiyê di bin çavdêriya hêzên Amerîkayê de werin bicihkirin.

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî tekez kir ku armanca vê destpêşxeriyê çareserkirina dilgiraniyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê û berdewamiya aramiya herêmê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst