Amerîkayê li ser egera şerekî li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da

21 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Amerîka HSD Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew bi Tirkiye û HSDyê re li ser xetê ne û naxwazin şer derkeve.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di civîneke çapemeniyê de got:

“Em li gel çend komên di nava Sûriyeyê de di pêwendiyê de ne û çavdêriya rewşê dikin.”

Matthew Miller destnîşan kir ku agirbesta di navbera Tirkiye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ku li derdora bajarê Minbicê hat kirin heta dawiya vê hefteyê hatiye dirêjkirin.

Miller her wiha diyar kir ku Washington dixwaze agirbest heta ku dibe were dirêjkirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller da zanîn ku şerê û pevçûnên li Sûriyeyê ne di berjewendiya ti aliyan de ye û got:

“Em bi HSD û Tirkiyeyê re li ser nexşerêyeke paşerojê gotûbêjan dikin.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê anî ziman:

“Em naxwazin ti aliyek ji rewşa ne aram a heyî sûdê wergire û berjewendiyên xwe yên teng li ser hesabê berjewendiyên neteweyî yên Sûriyeyê berfireh bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst