XARPÊT - Berazên birçî daketin gund: ‘Gundî ditirsin!’
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Baskîlê ya parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, revda berazên kovî yên ku birçî mabûn daket gundê Heysînanê û zerer da bax û baxçeyên gundiyan.
Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê berf û sermaya zêde bandoreke neyînî li jiyana ajelên kovî kiriye.
Ajelên ku piştî barîna berfa zêde nikarin li xweza û daristanê xwarinê peyda bikin bi şevan dadikevin gundan.
Berazên ku daketin gundê Heysînanê û li xwarinê digeriyan ji aliyê kamerayên çavdêriyê ve hatin tomarkirin.
Gundiyê bi navê Adnan Akin ji Rûdawê re got:
“Berazên kovî şeva borî daketin gundê me Heysînanê.
Beraz zererê didin bax û baxçeyên sebze û fêkiyan gundiyan û di nava gundiyan de tirs çêbûye.”
Adnan Akin her wiha da zanîn ku beraz darên biçûk jî dişikînin.