Nêçîrvan Barzanî: Alaya Kurdistanê sembola hêviyên me yên hevbeş e

17-12-2023
RÛDAW
Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîmê bû / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîmê bû / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Roja Alaya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Alaya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Alaya me sembola hêviyên me yên hevbeş e.”

17ê Kanûna Pêşînê wekî Roja Alaya Kurdistanê hatiye diyarkirin.

Bi boneya pîrozkirina Roja Alaya Kurdistanê, îro li Serokatiya Herêma Kurdistanê merasîmeke taybet hat lidarxisitin.

Di merasîmê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê Cefer Şêx Mistefa jî amade bûn.

Nêçîrvan Barzanî di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û roja Alaya Kurdistanê li malbatên şehîdan, Pêşmerge û hêzên asayîşê û gelê Kurdistanê yê li her çar aliyê cîhanê pîroz kir.

Alaya Kurdistanê gelê Kurd û hemû pêkhateyên din bi hev ve girê dide

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku tevî ku alaya Kurdistanê sembola welatekî ye, gelê Kurd û hemû pêkhateyên din bi hev ve girê dide û got:

“Di Roja Alaya Kurdistanê de, bila em alaya xwe ya pîroz di asta herî bilind de li ba bidin da ku hebûn û hêza yekitiya gelê me bîne bîra me.”

Barzanî tekez kir ku alaya Kurdistanê tabloyeke xweş e ku bi xwîna şehîdan û bi îradeya têkoşîn û jiyana hevbeş a her kesê ku Kurdistanê wekî welatê xwe dibîne pêk hatiye.

Barzanî bal kişand ser wateya alaya Kurdistanê got:

“Bila rengên alay me di hişê me de daxwaz û nirxên bilind şiyar bikin. Spî daxwaza edalet, aştî û pêkvejiyanê ye.

Kesk îradeya vejîn, berdewamkirin û têkoşînê ye. Rengê sor îradeya berxwedanê û pîroziya xwîna şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê ye.

Bila tava zer a li ser alaya me bibe hêvênê hêviya me ya gihiştina bi mafê çarenûsê.”

“Em dubendiyan derbas bikin”

Di berdewamiya gotara xwe de Barzanî got:

“Bilindkirina vê alayê di vê rojê de, bila wê peymana di derûna me de nû bike ku em dubendiyan derbas bikin, rêzê ji cudahiyên hevdû bigirin û bi hev re neteweyeke ava bikin ku bibe cihê hêviyê bo hemû wan kesên ku li Kurdistanê dijîn. “

“Alaya Kurdistanê nîşana soza afirandina paşerojeke geş e”

Barzanî da zanîn ku alaya Kurdistanê “sembola hêviyên me yên hevbeş e” û wiha domand:

“Sembola rûbirûbûna kêşeyan û derbaskirina astengan e û nîşana soza afirandina paşerojeke geş e ji bo me hemûyan.

Dema ku em alayê li ezmanê bêsînor bilind dikin, bila wêrikiya me jî pê re bilind bibe. Bila wê karîna me bêsînor a di têkoşîna me ya hevbeş de heye bîne bîra me.

Bila ev rûmeta ku em îro hîs dikin, me ji bo bidestxistina armancên bilind, destkeftên mezintir, ruhê yekîtî û dilsoziya hevpar, ji bo hezkirina welat û hemû kesên li Kurdistanê dijîn, han bide.

Werin em bi hev re, di bin vê sîwana yekîtiyê de ku sembola nasnameya me ya hevpar e,  bi hêztir bi pêş ve biçin û meziniya gelê xwe li ser rûpelên dîrokê tomar bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi van gotinan gotara xwe bi dawî kir:

"Silav li giyanê hêja yê her nemirê ku di vê rojê de di bin siya vê alayê de canê xwe ji bo azadiyê daye.

Silav li wan kesên ku di bin vê alayê de ji bo pêkanîna xeyalên gelê me hemû hewlên xwe didin.

Silav ji bo Pêşmergeyên qehreman ên ku ji bo bextewarî û serkeftina navxwe xebat kirine û dest ji têkoşîna xwe bernadin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst