RIHA - Karkerê ku di bin makîneya genim de ma canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, li kargeheke genim karkerek di bin makîneya barkirina genim de ma û canê xwe ji dest da.

Li Wêranşarê di kargeheke genim û garis de di dema barkirina genim de makîneya barkirinê (helezon) bi ser Mustafa Y. yê 42 salî de ket.

Karker Mustafa Y. li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê Mustafa Y. bir Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê.

Dîmenên dema ketina makîneyê ji aliyê kamerayên kargehê ve hatin tomarkirin.